RoJHeLaT FORMUNA HOŞ GELDİNİZ

KARDEŞLİK FORUMU


    Jin û Dirok

    Share
    avatar
    RoJHeLaT
    ADMİNİSTRATÖR


    Male
    Hejmara Nûçeyan : 341
    Age : 26
    Nerden : ADANA
    İş/Hobiler : ÖGRENCHE
    admin puanı :
    rep sistemi :
    1 / 1001 / 100

    Registration date : 2008-10-18

    başari puani
    AKTİFLİK:
    0/0  (0/0)
    Aktiflik :: 1

    Jin û Dirok

    Mesaj by RoJHeLaT on 29th October 2008, 15:44

    Jin û Dirok

    Di afirandina dîrokê de rola bingehîn du cîns dilîzin. Mixabin em dibînin ku, dirokê bêhtir neheqî li cînsekî kiriye.Dema em kirinên jinê û rewşa jinê mêzebikin; em ê bibînin ku jinê ji xeyrî domandina nifşê insan û hêztirkirina erka mêran rola xwe neleyistiye. Lê li Rojhilata Navîn, Mezopotamya û Anatoliyayê ku şaristanî li wan deran hilhatiye, mêrî ku dîrok bi destê xwe nivîsiye, rewşa jinê ya herî kevnar jî xerabtir kiriye.

    Beriya xwedêyan xwedawend hebûn. Jin, pêşiya dema paleolitikê û dema neolîtîkê wekî dema şoreş û evrîmê tê binavkirin de, li aliyê hilberîna çandinî, berhevkirinî, derbazbûna jiyana têkûz û niştecihiyê de xwedî roleke mezin bû. Birastî jî em nikarin tomaran rasterast delîl nîşan bidin. Lê em dikarin, bi şîroveya awayî jiyana wan, mîmarîya wan, wêneyên dîwaran, awayê xebatên wan, van encaman jêderxînin, jin wê demê wekî hêz dihat dîtin. Ji ber ku jiyan rasterast girêdayî hilberîna çandinî bû, di hilberînê de rola jinê jî berbiçav bû û jin zayinker(doğurgan) bû. Jin di jiyana civakî de ,di qebîlê de xwedî biryar bû. Hetta em îro peykerên xwedawendên dayîk binêrin, emê bibînin ku jin piroz dihate qebûlkirin. Dema jinê hêza xwe hêdî hêdî windakir, bi feraseta hikmê mêr dîroka nivîskî destpê kir û heya iro jî bi vî awayi dom kir. Êdî, xwedawenda dayîk tune bû; xwedayê herî mezin hebû. Diviya bu ku hemû xwedavend, li hemberî xwedayê mezin serê xwe bitewandina.

    Ji bo jinê hemû cureyên erkê, hemû desthilatdariyên ku li gorî têkiliyên mirovan, çand, nijad, ziman, ol, hilberîna çandinî û jînenîgariyê teşeyên cuda hildide ser xwe û di yek erkê de tê cem hev: erk û desthilatiya mêr de. Mêr, jinê jî mîna xwezayî kiriye bin bandora xwe de, xistiye rewşa bikaranîna li gorî berjewendiyên xwe. Bê îrade hiştiye.

    Jin dema dîrokê ji feraseta mêr rizgar bike, demên dirokê de mantiqê mêr ku di hemû deman de desthilatiya mêr berbiçav e, hiyerarşiya zayendan hilweşîne, şêwazeki jiyanê ku bi xwezayê re di nav ahengêde be, têkiliyên civakî û zayendî lêbikole, biafirîne hingê dê hesaba dîrokê bigire û vê rewşê xelas bibe. Dîsa jin, lêkolînên berfireh li ser dîrokê bike, gelek bûyer û şexsên girîng ên hatine jibîrkirin derbixe holê û ji niha û pê de di nivîsandina dîrokê de rola xwe ya esas hilgire ser milê xwe, dê ew yeka ku dîrokê bigihijîne hev pêk bîne.

    Di vê gihîştinê de berpirsiyariya bingehîn li ser milê jinên mezopotamyayê ye. Wekî tê zanîn ev der ji serdema neolîtikê ve heta niha jêderka perisîna civakî û çavkaniya şaristaniyê bûye.

    Ev peywir û berpirsiyarî nemaze dikeve ser milê jina kurd. Dibe ku jina, di serî de dîrokê ji nû ve niqaş bike û dayine cihê vê yê rasteqîn, dê jina kurd bibe. Dema jina kurd, hem ji aliyê çand, ziman û dîroka gelê xwe, hem jî ji aliyê zayenda xwe ve li ser dîrokê bikole û tomar bike, dê ji bo jinên têkoşer bibe mînak û modelek giring, dê ji bo azadiya jinê hêzê xurtir bike.

    Ji bo vê yekê, wek beşa dîrokê berpirsiyariya me ev e: divê em saziyek wisa biafirînin ku ev sazî, ji bavsalariyê bibuhure û jêbipirse, ya nû û ya kevn niqaş bike, lêbikole û danehewên hatî bidestxistin ji pêşerojê re bihêle. Dema em xebatên bi vî rengî pêk bînin, em difikirin ku, ji bo diroka jinê projeyên nû derxînin holê. Ev xebate dê hem di bin banê beşa dirokê de hem jî bi hevkariya saziyên jinê yên dirokê ve pêk werin.


    _________________
    YİĞİTSEN USLANDİR BENİ..

      Wext û Saet niha: 17th November 2018, 19:04